Li gorî Îranê, peymana ewlekariyê ya bi Iraqê re mecbûriyeteke stratejîk e
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê îdîa kir ku peymana ewlekariyê ya navbera Îran û Iraqê ji bo herdu welatan mecbûriyeteke stratejîk e.
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê îdîa kir ku peymana ewlekariyê ya navbera Îran û Iraqê ji bo herdu welatan mecbûriyeteke stratejîk e.
Ofîsa serfermandariya artêşa Iraqê di derbarê hevdîtina navbera Serfermandarê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Musewî û Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Ebdulrehman Musewî û Qasim Erecî li Tehranê civiyan, di civînê de li ser pêngavên xurtkirina hemahengiya ewlehî û leşkerî ya navbera her du welatan axivîne. Di vê çarçoveyê de jî lihevkirineke ewlehiyê îmze kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Serfermandarê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Musewî gotiye ku lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Tehran û Bexdayê de ji bo parastina ewlehiya herêmê û her du welatan pêdawîstiyeke stratejîke.
Her wiha hat diyarkirin ku di civînê de li ser êrişên Îsraîl û Amerîka ya di mehên borî de li ser Îranê pêkhatî jî axivîn. Hat diyarkirin ku di dema êrişan de asîmanê Iraqê ji bo êrişa li dijî Îranê hatiye karanîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî jî gotiye, Iraq rê nade xak û asîmanê welatê wî ji bo êrişkirina ser ewlehiya ti welatek cîran, bi taybetî jî Îranê were bikaranîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 20’ê Cotmehê şandeyek bilind a ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî yê Iraqê Qasim Erecî gihişte Tehranê. Di nava şandeyê de Wezîrê Karên Hindir yê hikûmeta demborî ya Herêmê Rêber Ehmed û Serokê Dezgeha Ewlekariyê ya Herêmê Hîwa Ehmed jî hebûn.